3 kesên ji “Akademîsyenên bo Aştiyê” yên ku bi gotina “Em li hemberî vî sucî bêdeng namînin” daxwaza rawestandina mirinan û jinûve destpêkirina muzakereyan kiribûn û gotibûn dê ji bo vêya bixebitin bi hinceta ‘propagandaya rêxistina terorê’ hatin girtin. Sedem bêyî ku bi normên hiqûqê bê îzahkirin siyasî bû. Hakim xwe gihandiye vê encamê; heke hûn ji operasyonên dewletê yên bo jiyan û ewlehiyê re bibêjin qetliam û ji rêxistina terorê re gotinan nekin tê wê maneyê ku hûn li cem terorê ne û propagandaya wê dikin. Têr nekiriye, behsa giraniya sûc û bipîvanbûnê kiriye û biryara girtinê daye.
Di van rojên ku hemû maf û azadî bi awayekî lezelez ji holê tên rakirin de banga 1128 akademîsyenên ku xwedî li “Mafê Jiyan û Aştiyê” derketin, bersiva xwe dît û hêrsa AKPê kişande ser xwe. Wê demê serokkomar bi heqaretên ne di cih de êrîşî van kesan kiribû û ketibû dû bedeldayîn û dersdayîna wan. Ev polîtîkaya tepeseriyê ne tenê ji bo akademîsyenên îmzeavêj, ji bo hemû xwedînêrîn û derdorên muhalîf çavtirsandinek bû. Niha ew polîtîkaya çavtirsandin û tepeseriyê gihaştiye asteke cidîtir.
Serokkomar di nav dûxana bombeyan de behsa guherandina pênasekirina terorê kir; parlementeran, akademîsyenan, nivîskaran, rojnamegeran, rêvebirên saziyên sivîl wek terorîst bilêv kir û heq û hiqûqê binpê kir. Girtina akademîsyenan bi vê daxuyaniyê pêk hat. Bi biserdegirtina malan a îroyîn, binçavkirina 8 parêzerên muhalîf û demokrat ên endamên Komeleya Hiqûqê ya Hemdem tê xuyakirin ku vê feraseta rejîma dîkta bi lez û bez tê meşandin. Hinek derdor belasebeb siyaseta derbeyê bi bîr naxin.
Ji 1ê Mijdarê vir ve, bi lez û bez rejîmeke antîdemokratîk ku heqnenas, hiqûqnenas û azadînenas e tê avakirin. Polîtîkayên şer wek hinceta vêya tên nîşandan. Gel û biratiya gelan têk diçe. Kesên ku dibêjin “Em li hemberî vêya wek temaşekar” namînin bêyî hiqûqê tên bêdengkirin. Ji mînakên xwe yên din diyar e ku navê vê rejîmê çi ye.
Mamosteyên me, parêzerên me, kesên ku maf û tercîha xwe ya siyasetê li dijî desthilatdariyê bikar tînin divê demildest serbest bên berdan. Ne pêkan e ku bi gurkirina şer, êrîş, sûcên dijmirovahî rejîma tepeseriyê bi berdewam bê meşandin. Ew kesên ku dibêjin “Ez ê her tiştî, her kesî teslîm bigirim û rêvebiriyeke serbixwe ava bikim” dê biser nekevin.
Nûray Sancar
Cîgira Seroka Giştî
