Azadî bo gelan û zimanan!

Azadî bo gelan û zimanan!

Li dijî feraseta tekparêz a dewletê ku di roja zimanê zikmakî de dibistan digire em têkoşîna xwe xurt bikin.

Bingeha 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê têkoşîna zimanê zikmakî ya xwendekarên Bangladeşî ye ku bi berdêla jiyana xwe wê têkoşînê dane. Îro ev têkoşîn li Kurdistanê didome.

Îro li Tirkiyeyê jî ji ber qedexe û astengiyan ku nahêlin ji bilî tirkî zimanên din wek zimanên perwerde û çandê bêne bikaranîn, 18 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne. Kurdiya ku zimanê zikmakî yê bi milyonan insanan e jî salên dûdirêj in ku bi awayekî bi plan hedefa polîtîkayên asîmîlasyonê ye. Di pêvajoya desthilatdariya AKPê de jî, her çiqas behsa heq û azadiyan bê kirin jî, siyaseteke ziman û çandan qedexe dike, siyaseteke gelan li hev tûj dike hatiye meşandin. Desthilatdariya AKPê îro jî him daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî ku yek ji daxwazên lezgîn ên gelê kurd e tu gavekê neavêje him jî li hemberî hewldanên herî biçûk ên derheqê vê mijarê de jî bêtehemmûl e.    

Herî dawî, li Amedê, dibistana Seratayî ya Alî Erel ku di 5ê Cotmeha 2015an de bi 60 xwendekaran dest bi perwerdeyê kir, ji hêla walîtiyê ve hate girtin. Hincet ew bû ku wek dibistana bi kurdî dixebite. Balkêş e ku ev mudaxele di roja 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de hate kirin. Xuye dike ku AKPya ku bi mehan e bajarên kurdan bombebaran dike, gelê me qetl dike polîtîkayên xwe yên qetliamkar ên li ser zimanê me didomîne. Niha tu maneyeke jiyanî ya gavên derewîn ku berê hatibûn avêtin nemaye. Neqebûlkirina kurdî ya di qada perwerdeyê de nêzîkatiya li çareseriya kêşeya kurd dide der.

Li başûrê Kurdistanê kurdî, erebî, tirkmenî, suryankî û ermenkî wek zimanên fermî tên qebûlkirin. Li rojavayê Kurdistanê jî gelê me yê ku DAIŞa dijminê gelan, baweriyan, çandan ji axa xwe qewitand bi hemû gel û zimanên li wê derê re dest bi avakirina jiyaneke nû kiriye. Li Tirkiyeyê jî diyarkirina statuya siyasî ya gelê kurd dê rê li ber veke ku zimanê kurdî li hemû qadên jiyanê berbelav bibe. Xurtbûna têkoşîna demokrasiyê dê ji gelan û zimanan re qada jiyan û pêşveçûnê veke.

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Ligel ku rewşeke ji ya Bangladeşê cudatir hebe jî heman têkoşîn îro li vê axê didome.

Ligel hemû êrîşan, wek Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Kedê, em roja zimanê zikmakî ya hemû gelan pîroz dikin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin da ku di têkoşîna azadiyê ya ziman û gelan de bibin yek.    

PARTIYA KEDÊ

RÊXISTINA KURDISTANÊ