Tê zanîn ku berî derbeya leşkerî ya faşîst a 12ê Îlonê, hinek siyasetmedarên “xwedî tecrube” û burokratên payebilind her çûne ber derê Serfermandariya Leşkerî û daxwaza derbeyê jê kirine. Em nizanin ku Serfermandariya Leşkerî bi awayekî aşkera bersiva “Bila ji NYEyê destûr bê” daye yan na. Lê em dizanin ku piştî derbeyê rêvebiran gotiye “Zarokên me vî tiştî kirin”. Van rojan, li hin derdorên ‘neteweperest’ û muxalîfên Erdogan, ji nîşaneyên ku ji alîgirên NYEyê xuya dikin, şîrove dikin ku Erdogan li ber çavên NYEyê reş bûye û tew dixwazin ku NYE AKPyê ji desthilatdariyê daxîne. Li gorî van derdoran her çawa be dê ‘Sîsi’yekî bê dîtin û hwd.
Bêguman gava berjewendiyên emperyalîst ên stratejîk ên NYEyê bikevin tengasiyê û gava ew şert û mercên hewce pêk werin pêkan e ku derbeyekê çêbe. Gelek mînakên bi vî awayî hene. Lê tecrubeyên polîtîk bi awayekî aşkere radixe ber çavan ku derbeyên bi vî cureyî, bi tenê di rê de guherandina hesp e. Xalên ku li ser wan nedihat lihevkirin tên tefsiyekirin, tepeserî û mêtingehî li ser gelê karker û kedkar zêde dibin, dewleta hevkar a ku li ber têkçûyînê ye desthilatdariyê ji nû ve saz dike û hwd. Baş e, li gorî rewşa welêt rûdaneke wiha berceste di rojevê de ye?
Ji bo ku bersivên van pirsan bên dayîn, divê ne li peyvên demagojîk, li rewşa berceste ya heyî ya têkiliyan bê nihêrîn. Yanê divê lê bê nihêrîn ku ka têkiliyên di navbera Tirkiye -NYEyê de û yên di navbera Tirkiyeyê û dewletên emperyalîst ên mezin ên rojavayî de di çi rewşê de ne, ka di hin mijarên bingehîn de nelihevkirinên cidî hene yan na. Peymanên leşkerî yên du alî yên bi NYEyê re di meriyetê de ne û NYE li balafirgehan li gorî dilê xwe hespê xwe dibezîne. Derheqê mafên demokratîk û azadiyan de rexneyên wek ên îroyîn carna bi dengeke bilind, carna bi dengeke nizm her hat kirin. Ji bo sermayedarên navneteweyî, welat wek bihuşta keda erzan e. Bi devjeniyan jî ser û guhê kesî naşke. Tew rewşa heyî ji hêla hêzên mezin ve rê li ber vedike ku tawîzên bi her cureyî bi dest bixin û ew jî di vê meseleyê de ne hindik in. Derheqê hin mijarên herêmî de cihêtî hebe jî, hêzeke rêvebiriya Erdogan-Davutoglu ya ku bi kêrî berlêgirtina polîtîkayên dewletên mezin bê, tuneye.
Hin nerehetiyên NYEyê, YEyê yên li hemberî vê rewşê hebin jî, mirov dikare bibêje ku nerehetiyeke rasteqîn e? Ji xeyî devjeniyê ne pêkan e ku mirov behsa nerehetiyeke cidî bike. Berovajî vê yekê xwedî avantajên bazariyên bi her hawî û karîna stûxwarkirinê ne. Wekî din xwedî avantajên bi vî rengî ne jî; li welêt teşeyeke muxalîfiyê ku Emerîkaperestiyê şêrîn nîşan dide jî bi cî dibe. Di vî warî de neteweperest jî di nava xwe de dabeş bûne. Partiya muxalefetê ya sereke(CHP) jî bi xeta siyaseta xwe ya xelet dibe sedema vî tiştî. Erdogan û hukûmeta AKPê jî ji pozîsyona xwe ya “Parazvaniya berjewendiyên millî”, “Parazvaniya welêt a li hember lîstikên hêzên biyanî” kêfxweş e û vêya jî têra xwe bikar tîne. Divê bê dîtin ku piştgiriya girseyî ya bo rêvebiriya Erdogan-Davutoglu ji ber sedemên bi vî awayî hîn jî kêm nebûye.
Kurt û kurmancî mesele ev e: belavkirina xeyalên têkbirina rêvabiriya Erdogan-Davutoglu bi rêya derbe û hwd., şêwazeke xisarçêker e bo gel. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt ên derbarê demorasî û aştiyê de û sererastkirina şert û mercên xebat û jiyanî yên gelê karker û kedkar bi tenê rêyek heye: Tiştên hatine jiyîn bi awayeke aşkere nîşan didin ku ev rê, ha kurd, ha tirk, bi hewldan û tevgerên gelê karker û kedkar ên bo bidestxisitina aştî û demokrasiyê û bixwe bawerbûnê dê vebe. Ji bo vêya, di demên dawî de, ji hêlên cuda ve, hê bêhtir bang tên kirin û hewldanekê tê nîşandan. Heke armanc têkbirina rêvebiriya Erdogan-Davutoglu û bidestxistina aştî û demokrasiyê be tu alternatîf jî nîne ji xeynî israrkirina bo vê rêyê. Piştgirêdana bi hêzên mezin ve, ji xeynî dubarekirina tecrubeyên êşbar ên borî û pêkhatina pêxapînên nû, tu wate nehundirîne.
Ahmet Yaşaroglu
Rojnameya Evrensel
