Em her roj bi nûçeya mirineke nû dilerizin
Ji meha Temmûzê vir ve, bi qedexeyên derketina kolanan û êrîşên giran ên dagirker ên li dijî gel, heya niha bi dehan jin û zarok hatin qetlkirin. Bersiva feraseta Erdogan-AKPê ya li hemberî daxwazên wekhevî û statuyê yên gelekî, ji rêya “jin be jî, zarok be jî çi hewce be dê bê kirin” derbas bû; bû konsepta şerekî bi tank, top û hêzên taybet.
Li cihê ku gelekî li welatê xwe bi top û tivingan rastî hewldana êsîrkirinê be; jin, zarok hetta bebekên ji dêyên xwe re nebûyî li bendî dora xwe ya mirinê bin, em dizanin ku tiştê ku tê dorpêçkirin û teslîmgirtin di heman demê de têkoşîna me ya pêşerojê ye.
Ewil jinan dikujin!
Bedena Taybet Înanê ku 7 roj bêgiyan li erdê ma jî, mirina Melek Alpaydinê ku dema bi zarokên xwe re li ser sifreya taştê bû bi topekê di cihê xwe de can da û di fermiyetê de wek “sedema kuştina wê nediyar e” hat qeydkirin jî, ya rast ji civaka ku dixwazin teslîm bigirin re peyamek bûn. Tahirê bebeka 35 rojî jî, Miraya 3 mehî jî çavtirsandina heman ferasetê bû li dijî têkoşerên ku dixwazin “jiyaneke wekhev û azad ava bikin”
Eynî wek sê jinên ku duh li Silopyayê qetl kirin… Endama Meclîsa Partiyê ya DBPê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopyayê Pakîze Nayir û aktîvîsta KJAyê Fatma Uyar…
Ji lew diviyabû herî zêde û herî ewil dengên jinan bên birîn, birêxistinbûn û têkoşîna wan bê astengkirin!
Di serî de jî jinên polîtîk… Cesedê Ekîn Wanê ji bo bibe îbret li kuçeyan hat pêşandan. Dîlek Dogan, Yeliz Erbay, Şirin Oter “di operasyonên berbangê de” bi gullebarandinê bi awayekî hovane hatin înfazkirin.
Em mecbûr in ku deng bidin dengê xwişkên xwe!
Li vî cihê ku tundî her zêde dibe, li dijî mirina ku ji her alî ve me dorpêç dike em mafê xwe yê jiyanî dixwazin, em dixwazin ku ev êrîşên hovane û wehşet demildest bidawî bibin!
Di orta şerekî ku tundşya wî her zêde dibe de, em dê jinên ku li dijî mirinê bi lîçikên spî yên di destên xwe de parazvaniya jiyanê dikin, tenê nehêlin. Destên me yên ku digihêjin hev dê bibe hêviya avakirina aştiyê!
Banga me li hemû jinan e: îro heke em li hemberî vî şerî û vê operasyona topyekûn a îmhakirinê deng nekin, ev bêdengî dê girêkên nû li qirika me zêde bike.
Niha dema hilweşandina dîwarên tirsê û yekbûna li dijî vê hovîtiyê ye. Li dijî desthilatdariya wan a ku bi bedena jinan qewî dikin dema qêrîna daxwazên “wekhevî û azadiyê” ye.
Vê feraseta ku ji bo gelê kurd dest ji daxwaza statuyê bikişîne şer dayê destpêkirin, dê yê me jî ancax bêhtir tepeserî, tundî û mirin bide me.
Divê tundiya dewletê demildest bê rawestandin! Çek bê berdan, demildest zemîna diyalog û muzakereyan bê avakirin!
PARTIYA KEDÊ
BUROYA JINAN
