DI SALVEGERA 28. DE EM QETLIAMA HELEBÇEYÊ DINEHLÎNIN!
LI DIJÎ HELEBÇEYÊN NÛ EM TÊKOŞÎNA GELAN XURT BIKIN!
Qetliama Helebçeyê sûceke dermirovî ye ku li dijî gelê kurd hatiye pêkanîn, yek ji rûpelên qirêjtirîn ên dîroka mirovahiyê ye.
28 sal berê li başûrê Kurdistanê, dîktatoriya Seddam ji bo têkoşîna azadiyê ya neteweyî bifetisîne bêhtirî 5 hezar insanî bi çekên kîmyewî qetl kiribû. Îro dîktatoriya Sedam tunebe jî li hemû derê Kurdistanê li dijî gelê me feraseta qeltliamkar bi teşeyên cuda hebûna xwe didomînin.
Li başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê êrîşên çeteyên DAIŞ û El Kaîde dewam dikin. Ji hêla din ve, desthilatdariya AKP-Erdogan bi mehan e bi tank û topan bajarên me dorpêç kiriye û di vê polîtîkaya şer a topyekûn de jî bi israr e. Qetliama kul i Cizîrê bi şewitandina bi sedan insanan û dorpêç û bombebarankirina ku li gelek bajarên me dewam dikin, ji berdewama trajediya Helebçeyê pê ve ne tu tişt e.
Têkoşîna gelê me ku bi salan e li ser esasên bi awayekî azade diyarkirina pêşeroja xwe û jiyaneke aştiyane bi gelên herêmê re, ji hêla emperyalîzmê û hevparên herêmê yên paşverû ve tê xwestin ku bê fetisandin. Lê hêza ku vê dîroka êşbar biguherîne, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê me ye.
Wek Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Kedê, em qetliama Helebçeyê dinehlînin; li dijî paşverûyên herêmê yên ku heman feraseta qetliamkar îro jî didomînin, ji bo pêşerojek ku gel tê de bi wekhevî û aştiyê cih bigirin, em bang li gelê xwe û hemû gelên mazlûm ên herêmê dikin da ku bi hev re têbikoşin.
PARTIYA KEDÊ
RÊXISTINA KURDISTANÊ
