Divê 1ê Gulanê bi awayê herî berbelav û herî girseyî bê pîrozkirin!

Divê 1ê Gulanê bi awayê herî berbelav û herî girseyî bê pîrozkirin!

Çîna karker û kedkaran, 1ê Gulana roja yekîtî, piştgirî û têkoşîna navneteweyî, di nav şer û pevçûnên ku dibin sedemên êrîşên dijwar ên civakî û polîtîk de, dike pîrzbahiyan bike. Polîtîkayên şer ên ku dewlet û hukûmet bi israr dimeşînin, welatê me her roj bêhtir ber bi gerîneka Rojhilatanavîn ve dikêşe û li ser çîna karkeran û gelên me bi awayekî serberdayî terora dewletê û tepeserî tê meşandin.

Li bajarên kurdan bi tank û topan mala xelkê bi serê xelkê de tê hilweşandin, bêyî “ev extiyar e, ev ciwan e, ev jin e, ev zarok e…” gelê sivîl tê qetlkirin û daxwazên mafên karkeran bi Tomayan, bi têketina nav fabrîkayan tên binpêkirin.

Bi hinceta şer û pevçûnê hemû daxwazên karker û kedkaran tên redkirin, verastkirinên wek karkeriya demî, dewrkirina tazmînata qidemiyê bo fonê, guherandina Qanûna Karmendên Dewletê dikevin rojevê û tê xwestin ku bi van verastkirinan welat bo sermayeyê veguhere bihuşta mêtîngeriyê.

Qesr û hukûmeta AKPê makezagonek li me ferz dikin ku pariya mafên demokratîk ên heyî jî ji holê bên rakirin, dîktatoriya partiyekê ava bibe.

Qada perwerdeyê bi tûmî radestî weqfên olperest hatiye kirin. Bi navandina “cihî û millî” li hemberî hemû nirxên civakî êrîşeke îdeolojîk tê pêkanîn.

1ê Gulanê, ji hêla dîrokî ve, hevrûbûna çîna karkeran û dewlet û hukûmetên sermayedar û kapîtalîst e û di wê rojê de sihêtiya hêzên hev dikin.

Çîna karkerên Tirkiyeyê ya ji her netewe û baweriyan, divê di 1ê Gulana 2016an de, bersiveke xurt bide hewldanên avakirina rejîmeke faşîst û paşverû û şert û mercên koletiyê red bike.

Karker û kedkar ji bo vê yekê divê li her cihê ku lê ne hêzên xwe bikin yek, bi şiklên herî pêşketî pîrozbahiyên 1ê Gulanê bên birêxistinkirin.

Dema mirov pirsgirêkên çîna karkeran û gelê me bide ber xwe, tu mafdariya konfederasyonên sendîkayan ku di 1ê Gulanê de ji yekbûna karkeran re bibin asteng nîne.

Di heman demê de, sedemeke mafdar a fetîşîzma pîrozbahiya 1ê Gulanê ya li Qada Taksîmê ku qaşo bûye kevneşopî, nemaye. Wateya dîrokî ya Qada Taksîmê ya bo çîna karkeran a Tirkiyeyê helbet ne hewceyî nîqaşê ye, lê divê êdî wê rastiyê bê dîtin ku çareseriya vê pirsgirêkê bihêzbûna çîna karkeran a li hemberî çîna serdestan e. Di vê serdema ku bi terora dewletê û tepeseriyê daxwaza mafan tê eciqandin, girse tên huşkirin de giringiya çalakiyên yekbûyî yên ji bo çirandina perdeya tarîtiyê helbet ne hewceyî nîqaşê ye.

Partiya me bi hemû alav û derfetên xwe, piştgirî dide karker û xebatkarên sendîkayan ên ku ji bo pîrozbahiyeke girseyî ya 1ê Gulana 2016an li dijî êrîşên sermayeyê û hukûmeta AKPê, bi daxwazên kar, aştî, azadî tevdigerin.

–Bijî 1ê Gulanê, bijî yekîtiya karkeran û biratiya gelan!

SELMA GURKAN

SEROKA GIŞTÎ