Divê hukûmet aqûbeta birîndarên li Cizîrê aşkere bike!

Divê hukûmet aqûbeta birîndarên li Cizîrê aşkere bike!

Ji ber êrîşên çekdarî yên hêzên leşkerî, tevî cenaze û birîndaran, gelek kes li du jêrzemînên cihê mehsûr mane û ev çend roj in tu agahî ji wan nayê wergirtin. Hemû hewldanên rêxistinên tenduristiyê, hiqûqnasan û rêvebirên HDPê yên bo wergirtina cenaze û birîndaran bi ambûlansê ji hêla hukûmetê ve bêencam hatine hiştin. Hincetên hukûmetê bi tu awayî mirov qanih nakin û bi ser de jî, dawiya dawî nûçeyên ku bi awayê “li jêrzemînan oprasyon hatin kirin, 60 terorîst hatin kuştin” ketin rojevê, gumana înfazê xurt dikin.

Divê hukûmet demildest aqûbeta birîndarên li jêrzemînên li Cizîrê ji raya giştî re aşkere bike. Demildest divê operasyon bên rawestandin, qedexeya derketina kolanan divê bê rakirin, rê li ber bê vekirin ku ambûlans birîndaran wergirin û cenaze teslîmî malbatan bêne kirin.

Divê pevçûn bên bidawîkirin û zemînek ku bo kêşeya kurd xizmeta çareseriyeke demokratîk a li ser esasê wekheviyê bike bê avakirin.

Nedim Koroglu

Cîgirê Seroka Giştî