Divê polîtîkayên şer bên bidawîkirin; li hundir aştî, li derve aştî

Divê polîtîkayên şer bên bidawîkirin; li hundir aştî, li derve aştî

Hîn ku êrîşa 10ê Cotmehê bi hemû aliyan xwe ve nehatiye zelalkirin Enqere bi teqîneke nû lerizî. Di encama êrîşên ku li dijî erebeyên personelên sivîl û leşkerî hatiye kirin de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane, 61 kes jî birîndar bûne.

Di serî de em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Giraniya êrîşê çi dibe bila bibe bi qedexeya weşanê astengkirina hînbûna rastiyan nayê qebûlkirin. Dema ku qedexeya weşanê dewam dikir serokwezîr Davutoglu bi lez û bez daxuyand ku êrîş ji hêla PKK/PYD-YPGê ve hatiye kirin. Hevserokê PYDê Salih Muslîm jî gotinên Davutoglu red kir û van gotinan wek hinceta Tirkiyeyê ya bo mudaxeleya Rojava pênase kir.

Ligel ku di ser êrîşa 10ê Cotmehê re çend meh derbas bûye hukûmetê derheqê kiryaran de agahiyeke diyarde aşkere nekiriye. Balkêş e ku hîn çend saet bi ser vê bûyerê neketiye hukûmet radibe vê daxuyaniyê dide. Hukûmet ji rewşa derasayî ya ku bi vê êrîşê derketiye holê dixwaze hincetek ku polîtîkaya wê ya Sûriyeyê û kêşeya kurd xurttir bike, bidest bixîne. Lê êdî mesele ne ew e ku kiryar kê ye, em êdî gihaştine qonaxa lêpirsîna polîtîkayên ku welat veguherandine gola xwînê.

Wek di mînakên Reyhanli, Pirsûs, Amed, 10 Cotmehê û 17ê Sibatê li Enqereyê de jî xuya dike, sedema ku welat kiriye hedefa êrîşan, israra li hundir û li derve polîtîkaya şer a hukûmeta AKPê û Qesrê ye. Ji hêla din ve, di serî de Sûriye, hemû Rojhilatanavîn bûye qada têkoşîna parvekirina jinûve ya NYE, welatên YE û Rûsyayê û Tirkiye ber bi vê pêvajoyê ve tê kişandin, hukûmet jî bi polîtîkayên xwe rê dide vî tiştî. Heke Tirkiye tevli vî şerî bibe, dê bo gelên vê erdnîgariyê bibe sedema êş û ezarê.

Divê dev ji vêya û ji tacîzên li dijî sînorên Sûriyeyê bê berdan.

Ji bo ku welat ji rewşa kaotîk û nediyar xilas bibe divê hukûmet demildest dest ji israr û fîtkeriya xwe ya polîtîkayên şer berde. Di serî de Sûriye, divê derheqê karên navxweyî yên welatên li herêmê de bi rêzdarî tevbigere, li hundir jî derheqê kêşeya kurd de bo çareseriya demokratîk a li ser esasê wekheviyê gavên hewce demildest biavêje.

PARTIYA KEDÊ 

Navenda Giştî