Hevpeyvîna Seroka me ya giştî Selma Gurkanê ku di rojnameya Evrenselê de hat weşandin
Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkanê bal kişand ser êrîşên li Kobanê û bang li hukûmeta AKPê kir ku statuya Rojava binase. Gurkanê got divê hukûmet li hember DAIŞa ku wek terorîst tê binavkirin xwedî helwesteke pratîk be û piştgiriyên bo DAIŞê bên bidawîkirin. Gurkanê anî ziman ku pêdivî bi xurtkirina berxwedana Rojava heye û wiha lê zêde kir; “Vekirina korîdorek di nav Tirkiyeyê de bo gihaştina alîkariyan jî tê de divê li ser esasên têkiliya cîrantiyê piştgirî bê dayîn”. Gurkan vê bangê jî li karker û kedkarên Tirkiyeyê kir: “Wek di slogana ‘Her der Taksîm e, her der berxwedan e’ de wateya xwe da der divê bi feraseta ‘Her der Kobanê ye, her der berxwedan e’ li her qada ku em lê ne em destek û piştgiriya xwe mezin bikin”.
‘ME PIŞTGIRIYA GELAN RAGIHAND’
Selma Gurkana ku bi şandeya partiyên siyasî re çû Kobanê ya ku êrîşên DAIŞê li ser berdewam in çavdêriyên xwe ragihand rojnameya me.
Gurkanê di serî de sedemên çûyîna Kobanê wiha daxuyand: “Dema ku em wek şande çûn herêmê plana me ne ew bû ku em bi tenê serdana Rojava bikin. Sedanek bo herêmê bû. Me plana serdanek çêkiribû ku em him li ser rewşa penaberên li Pirsûsê çavdêriyan bikin, him jî derbasî herêma Kantona Kobanê bibin û rûdanan bişopînin û em fêm bikin ku ka gelê ku li hember çeteyên DAIŞê li ber xwe dide hewcedarî bi çi heye û bangewaziyên wan çi ne, di heman demê de bo ragihandina piştgiriya gelên Tirkiyeyê me plansaziyek çêkir. Me vê serdanê bi nûnerên partiyên siyasî yên cihê bir serî”.
‘KOBANÊ TÊ AVAKIRIN’
Gurkanê çavdêriyên xwe yên derheqê serdanê de jî bi vî awayî anî ser ziman: “Divê ji bo herdu aliyan cihê cihê bê îfadekirin. Di şandeya ku me li aliyê Kobanê pê re hevdîtin pêk anî de rêveberiya kantonê hebû. Birêz Asya Abdullah û Enwer Muslîm û peywirdarên wezaretên din hebûn. Tiştê herî balkêş ev bû; Moralê hevalan li cî bû, ji hêlekê ve şer didome, ji hêla din ve jî organîzasyon dihat pêk anîn ku gel jiyana xwe ya rojane bidomîne. Yanê li bajarek jiyana rojane çi be li gorî wêya di nav hewldana organîzekirina jiyana rojane de bûn. Jixwe avahiya ku em çûnê jî avahiyeke înşeat bû. Tevî ku çavdêriyên me ne têra xwe bin jî tiştê ku me fêm kir Kobanê jinûve tê avakirin. Em dikarin bibêjin ku çavdêriyên me yên herî balkêş ên derheqê vî alîyî de jî ev bûn; “şaredariyên DBPyî digel hemû derfetên kêm ji bo ezimandina koçberên bi dehhezaran ên ku ji nişkê ve hatine di nav xebat û hewldanan de ne, gel jî xwedî li van koçberan derketiye û heta gepek nanê xwe jî bi wan re parve dike”.
‘DIVÊ KARKER XWEDÎ LI BERXWEDANA KOBANÊ DERKEVIN’
Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkanê diyar kir ku piştgiriya ku li herêmê pêk tê divê ji hêla rojavayê welat ve jî bê nîşandan.
Gurkanê hewcedariya vê piştgiriyê jî bi vî awayî vegot: “Li vê derê reflekseke baş derket holê. Berî hingê bi rêya kampanyayên ku ji hêla saziyên cuda ve hatin meşandin gelên ku li rojavayê Tirkiyeyê dijîn hesasiyetek nîşan dan û gepên nanên xwe parve kirin, ji bo dabînkirina xurek an pêdiviyên têvel di nav hewldanên destek û piştgiriyê de cî girtin. Lê belê pişgiriya ku hat nîşandan divê niha ji hêleke din ve bê xurtkirin. Divê ev tişt bi vî şiklî neyê fikirîn; berxwedana li Kobanê ne bi tenê piştgiriya kurdên ku li wir dijîn e ango ne bi tenê têkildarî pêşeroja wan e. Berxwedana li Kobanê berxwedanek e ku wê qedera jinûve plansazkirina Rojhilatanavîn diyar bike. Ji ber vê yekê divê bê gotin ku ev berxwedan ew kesên ku li Îzmîr, Stenbol, Rîze, Enqere, Muglayê dijîn yanê ew kesên ku li çar aliyê Tirkiyeyê dijîn eleqedar dike. Dema ku banga piştgiriyê tê kirin tê de hêleke insanî heye. Em li hember mexdûrên şerê ku li ber serê me diqewime nikarin wek insan bêhest bimînin. Ev hêleke vî tiştî ye. Hêleke din jî polîtîk e. Ger ev berxwedan dê pêşeroja Rojhilatanavîn diyar bike, dê pêşeroja Tirkiyeyê û polîtîkayên hukûmeta Tirkiyeyê jî diyar bike. Ji ber vê yekê jî kedkar û karkerên Tirkiyeyê eleqedar dike. Hêla sêyemîn jî çînî ye, bo girseyên karker û kedkaran e. Encamên şer ên wêranker û tehribkar tişteke wisa ye; Bi penaber û koçberên ku mecbûr dimînin ji ber qetliamê birevin meseleya karkerên koçber derdikeve holê. Em jixwe vê yekê dijîn. Bi şerê germ ê li herêmê û qetliama çeteyên DAIŞê li welatê me nêzîkî milyon û nîv penaber-koçber hene. Ev insan ji Stenbolê ta bi Îzmîrê li qadên hilberînê yên bin nêrdewanan, gelek caran wek karkerên kaçax tên xebitandin. Karkerên penaber-koçber him ji hêla mercên xebatê ve, him ji hêla heq ve di şert û mercên gelek xirab de tên xebitandin û ev jî dibe meriyetek ku standardên mercên xebatê û yên heq timî bi paş dixe. Ev rewş di nav çîna karkeran de wek faktorek xurtkirina reqabetê, nijadperestiyê û şovenîzmê derdikeve pêşberî me. Yanê him ji bo parastin û bipêşxistina mafên bidestketî yên çînî him jî ji bo pêkanîna yekîtî û piştgiriya çînî ya nevxweyî divê li herêmê sekneke li dijî şer û piştgiriyek bo ew kesên ku li dijî qetliam û çeteyan li ber xwe didin û kesên ku ji ber zilmê reviyan e bê nîşandan.
‘BILA HUKÛMET PIŞTGIRIYA DAIŞê BIDAWÎ BIKE’
Selma Gurkanê pirsa me ya derheqê bidawîbûna gef û êrîşên li ser Kobanê û Rojava yên DAIŞÊ ku bi çekên giran didomin wisa bersivand: “Ji bo xurtkirina berxwedana li Kobanê ligel hiqûqa navneteweyî jî û asta navteweyî jî divê statuya Rojava bê nasîn. Em di bangên xwe yên bo hukûmetê de diyar dikin ku divê nasîna statuya Rojava û PYD ya nûnera siyasî ya Rojava û rêveberiyên kantonan li gor muxatabiyeta siyasî bê nirxandin. A duyem, li gor agahiyên ku me ji şandeya Kobanê wergirtin û çavdêriyên me bi xwe pevçûnek li ser têkiliyên newekhev didome. Yanê çeteyên DAIŞê bi çekên giran êrîş dikin. Îdîa hene ku van çekan ji welatên cîran, bi taybetî ji Tirkiyeyê peyde dike. Ev îdîa gelek tên nîqaşkirin. Ji ber vê yekê em israr dikin ku dewleta Tirkiyeyê, hukûmeta AKPê demildest hemû piştgiriya xwe ya rasterast an nerasterast, veşartî an eşkere ya bo DAIŞê paşve bikişîne û em ê bo vê yekê jî têbikoşin. Îfadeya ‘DAIŞ terorîst e’ ya Serokkomar a ku li NYE(Emerîka) anî ziman divê di çalakiyê de bi wate bibe. AKP di vir de xwedî helwesteke durû ye, ji hêlekê ve dibêje ‘DAIŞ terorîst e’, ji hêla din ve berxwedêran nabîne. Eger hûn ji grûbek re bibêjin terorîst, divê li ser wê danekirinên we hebin.
Ya sêyem, ji bo xurtkirina berxwedana Rojava xurtkirina hemû destek û piştgiriyên ku hewce dikin, yanê xurtkirina derfetên xwe-parastinê. Vekirina korîdorek di nav Tirkiyeyê de bo gihaştina alîkariyan jî tê de divê li ser esasên têkiliya cîrantiyê piştgirî bê dayîn. Wek di slogana ‘Her der Taksîm e, her der berxwedan e’ de wateya xwe da der divê bi feraseta ‘Her der Kobanê ye, her der berxwedan e’ li her qada ku em lê ne em destek û piştgiriya xwe mezin bikin. Qadeke din a piştgiriyê jî peydekirina pêdiviyên penaberên ku ji ber qetliamê reviyane ye. Ez pê bawer im ku hemû gelê me bi koordînasyona şaredariyên herêmê di serî de pêdiviyên jin û zarokan, ji bo peydekirina pêdiviyên wek betanî, şîr, dan û dû, kelûmelên paqijiyê hesasiyeta ku hewce bike dê nîşan bide.
‘KARKER Û KEDKAR DIKARIN ŞER RAWESTÎNIN’
Gurkanê herêma tampon ku Serokkomar Erdogan û hukûmet timî tînin ziman û tezkereyên Iraq û Sûriyeyê yên ku dê bên meclîsê nirxand: “Em dikarin bo desthilatdarên herêmê vêya îfade bikin: Li Rojhilatanavîn hesabek nîvco heye. Em dizanin ku niha li herêmê bi çeteyên DAIŞê, bi geşedanên siyasî yên li herêmê helwestên wek rojanekirina vî hesabî heye. Ev, him ji bo NYE û hevalbendên wê yên ku li dorê blok çêkirine him jî ji bo Rûsya û welatên hevalbend ku li dorê blok çêkirine derbasdar e. Ev dewlet ji bo jinûve parvekirina herêmê û zexmkirina desthilatdariyên xwe yên li herêmê dê herêmê wek parçeyek dîzaykirina jinûve binirxînin. Helbet derheqê herêmê de Tirkiyeya ku di bloka li dora NYEyê de cî digire jî li gorî xwe xwedî hesabên siyasî û aborî ye. Jixwe van hesabên xwe bi vî awayî îfade kiribû serokkomar, hukûmetê jî daxuyaniyên ku li yên serokkomar tên da: “Ji bo tevlibûna koalîsyonê devjêberdana Esad ji îktîdarê, fetisandina îktîdara li Rojava…” Helbet vêna bi awayeke din îfade dikin, lê di encama gotinên wan de ev derdikeve.
Mijara sêyem jî, daxwaza wan a herêma tampon a ku niha wek herêma ewle îfade dikin û wek ‘perwerde bike-bi teçhizat bike’ dikin formul. Esasê vêya avakirina herêmek ku di bin kontrola wan de be, ye. Sazkirinek bi vî awayî ku hukûmeta AKPê daye ber xwe polîtîkaya xurtkirin û geşkirina şer e li herêmê. Ji ber vê hindê jî van polîtîkayên ku dê şerên nû bi xwe re bînin, bi taybetî pêvajoya çareserî û aştiyê ya li Tirkiyeyê didome bidin rawestandin em nikarin bipejirînin. Bêguman em ne li bendî ne ku hukûmet ji ber xwe ve polîtîkayên xwe biguherîne. Yên ku di warê guherandina polîtîkayan de zorê bidin hukûmetê hêzên ked û demokrasiyê yên vî welatî ne. Ji bo hukûmet polîtîkaya xwe ya derve biguherîne, bi welatên cîran re têkiliyên dostane û piştgiriyane deyne peywirên girîng li ser milên karker û kedkarên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ne. Rawestandina şer û têkoşîna bo sazkirina aştî, demokrasî û biratiyê ya li herêmê, pêvgihandina hêzan a di vê têkoşînê de, hevparkirina hêrsa li hember qetliam û qetliamkaran a derdorên civakî yên têvel… Ji ber vê yekê banga me ji bo hemû gelê me ye, ji bo çîna karkeran û kedkaran, rêxistinên wan ên wek sendîka, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk e û ji bo partiyên siyasî ne”
Rojnameya Evrenselê
