EM LI HEMBERÎ TERORA FAŞÎST TÊKOŞÎNA GELAN A BO DEMOKRASÎ, AŞTÎ Û AZADIYÊ XURT BIKIN!
Ji meha Tebaxê vir de li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê şerekî ku nehatiye îlankirin tê jiyîn. Bi îlankirina qedexeya derketina kolanan navçe ji hêla hêzên dewletê ve tên dorpêçkirin û bombekirin. Bi sedhezaran insan bi rojan nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bicih bînin; zarok, ciwan, pîr insanên sivîl tên qetilkirin. Li cihên ku bi feraseta artêşa dagirkirinê tên talankirin bi nivîsên ku li ser dîwaran tên nivîsandin gelê Kurd biçûk tê xistin.
Ev şerê kirêt ê ku li dijî gelê me tê meşandin ji hêla desthilatdariya AKP û Erdogan ve wek ‘pergala gelemperiyê’ tê binavkirin û di derheqê berdewamiya terora faşîst a li dijî gel de daxuyanî tên dayîn. Hîn duh di êrîşên li dijî insanên ku bo protestokirina qedexeya derketina kolanan a ku li navçeya Sûrê ya Amedê bi rojan e dewam dike û hemû nirxên dîrokî û çandî diherifîne de du ciwan hatin qetilkirin. Li Cizîr û Silopyayê hemû mamoste bi hinceta “perwerdehiya navxweyî” ji navçeyan hatin derxistin û dûre qedexeya derketina kolanan hat îlankirin; nobetên tenduristvanan wek nobetên hefteyekê hatin guhertin. Li navçeyên Sûr, Cizîr, Silopya û Dêrikê ji xeynî dorpêçkirina polîsan bi sewqiyata yekîneyên cendirme û wesaîtên zirxî li ser gel amadehiya êrîşekê topyekûn tên kirin.
Eşkere ye ku ev polîtîkayên şer ê ku ji hêla AKP û Erdogan ve di bin navê “têkoşîna li dijî teror û dabeşkeriyê” de bi israr tên meşandin welat bi awayekî fiêlî gihandiye qonaxa dabeşbûnê. Desthilatdariya AKP û Erdogan, ji bo ku ser van kiryarên şerê xwe yê kirêt binixumînin demeke dirêj e li ser “xendekan” nîqaş dikin, xendekên ku ciwanan ji bo parastina xwe ya li dijî êrîşan vedane wek sedema pirsgirêkê nîşan didin. Lê berî ku maseya muzakereyan a ligel Ocalan serobin nebûbû, berî ku li Kurdistanê operasyonên hewayî nehatibûn lidarxistin, berî ku li dijî gel oparasyonên leşkerî û siyasî nehatibûn lidarxistin xendek tunebûn. Xendek wek encama şerê kirêt ê dewletê derketine holê û jiholêrakirina wan; bi îlankirina agirbesteke du alî, bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û ji nû ve destpêkirina muzakereyan û bi çareseriyeke li ser esesên daxwazên neteweyî û demokratîk ên gelê me pêkan e.
Desthilatdariya AKP û Erdogan wek tekane rêya çareseriyê teslîmbûnê li gelê me ferz dike. Wisa xuya ye ku wan kesên ku îro rêvebertiya welêt dikin jibîr kirine ku polîtîkayên şer ên taybet ku ev 30 sal in tên meşandin nekaribûn rê li ber têkoşîna azadiyê ya gelê me bigirin û ev nêzîkatî ji xeynî girantirkirina pirsgirêkê bi kêrî tiştekî nayê.
Em wek Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Kedê, bang li hêzên gel ên ku heta îro bi berdêlên her awayî têkoşîna xwe ya li dijî şerê kirêt û polîtîkayên teslîmiyetê domandiye dikin da ku em berxwedana demokratîk xurttir bikin. Em bang li hemû hêzên Tirkiyeyê yên ked, aştî û demokrasiyê dikin da ku li dijî vî şerê kirêt dengên xwe berz bikin û em bi hev re ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane têbikoşin.
Partiya Kedê
Rêxistina Kurdistanê
