Berpirsiyarên qetliamê qesr û hukûmeta şer in!
Li Mitînga Aştiyê ya ku ji hêla rêxistinên kedê ve, li Enqereyê hatibû lidarxistin êrîşeke bombeyî ya terorê pêk hat, bi dehan insanên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedan birîndar hene.
Bi çi navî hatiye lidarxistin bila bê lidarxistin, hêzên ku li pey vê teror û provokasyonê ne, Serokkomar Erdogan û AKP ne ku ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe welat ber bi şer û kaosê ve dibin. Ji ber ku ew kesên ku kiryarên qeliamên ku di 5’ê Hezîranê de li Amedê, di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê hatin lidarxistin şopandin û guh nedanê, ji xeynî hukûmeta şer a qesrê, MÎT-emniyet û rêxistinên îstixbaratê pê ve ne tu kes in. Armanca vê qetliam û provokasyonê di nav çîna karkeran de û di nav gelên me de tirsê belav bikin û siyaseta welat dîzayn bikin ku karibin desthilatdariya xwe bidomînin. Eşkere ye ku têkoşîna li dijî vê qeliam û provokasyonê û ya li dijî desthilatdariya hukûmeta şer-qesrê, di heman demê de bûye pirsgirêka têkoşîna bo pêşeroja welat.
Hedefa terora faşîst û provokasyonan hemû hêzên gel û kedkar in!
Qesr û hukûmeta şer demeke dirêj e ku li Sûriyeyê di polîtîkayên xwe yên derheqê piştgirîdayîna çeteyên barbar ên wek DAIŞ-Nusra de israr dikin. Ji hêla din ve di kêşeya kurd de pêvajoya çareseriyê hatiye bidawîkirin û bi pratîkên wek qedexeyên derketina kolanan, herêmên ewlehiyê yên taybet, dorpêçkirina navçeyan pevçûn hatine gurkirin; welat dîsa ber bi şer ve hatiye birin. Kurdên ku yekîtiyeke li ser esasê wekheviyê dixwazin, hêzên ked û demokrasiyê yên li welat, sendîka, medya, karker û kedkarên ku bo mafên xwe li ber xwe didin an dev ji kar berdidin, hemû hêzên gel hedefa pêlên vê êrîşê ne. Û tew ev êrîş bi tenê ji hêla hêzên dewletê ku di bin fermana qesrê de ne nayên lidarxistin, çeteyên ku bo mudaxileya Sûriyeyê MÎT’ê ji wan re çek dibir jî tên bikaranîn. Ev polîtîka, welat gav bi gav vediguherîne koma agir û dike ku bibe Sûriye.
Roj ew roj e ku li hember pêlên êrîşê em her derê bikin qada têkoşînê!
Welat gihîştiye çata rêyek; an em ê teslîmî polîtîkayên qesr-hukûmeta şer ku bo berdewamiya desthilatdariya xwe, xwe jê nade paş ku her roj welat ber bi bobelateke nû ve bibe. Yan jî wek karker û kedkarên ji her neteweyê, wek hêzên gel ji bo pêşerojeke demokratîk ku em karibin bi aştiyane û birayane tê de cî bigirin, em ê têkoşînê gurtit bikin.
Nexwe roj ew roj e ku li hember kesên ku bi terora faşîst û provokasyonan dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin li çar aliyê welat bilindtir û gurtirkirina têkoşînê ye. Roj ew roj e ku li hember vê pêla êrîşê çîna karkeran û gelên me her fabrîka û kargehê, her taxê ji bo demokrasî û aştiyê veguherînin qada têkoşînê.
Ji bo ji berpirsiyarên qetliamê hesab bê pirsîn, rawestandina terora faşîst û provokasyonan em hêzên xwe bikin yek; bi şiara greva giştî, berxwedana giştî em têkoşîna demokrasî û aştiyê xurttir bikin!
