EMEP-HDP: Ji bo 1ê mijdarê biryara têkoşîna hevpar

EMEP-HDP: Ji bo 1ê mijdarê biryara têkoşîna hevpar

Tirkiye, li gorî beriya 7ê Hezîranê, di nav şert û mercên girantir ên aborî, civakî û siyasî de ber bi hilbijartina 1’ê Miijdarê diçe.

Serokwezîr Tayyip Erdogan Û AKPê, piştî têkçûna xwe ya 7’ê Hezîranê li ser beşên civakê yên di bin mêtînê de ne û yên bindest pêleke nû ya êrîşê dane destpêkirin.
Xeyalên derheqê serokdewletiyê de xera bûne, piraniya ku bi tena serê xwe hukûmetek pê tê avakirin nehatiye bidestxistin. Tê xwestin ku heyfa vê têkçûnê di serî de ji kurdan û tirkan, pê re ji hemû beşên civakê yên bindest û di bin mêtînê de ne, bê stendin.

Serokwezîr Erdogan û hukûmeta ku li seranserê welat polîtîkayên OHAL a fiêlî û rêveberiya awarte xistine meriyetê, bi taybetî li Kurdistanê li dijî gelê kurd polîtîkayên mehandin û tepeseriyê xistine meriyetê. Êrîşên ku di serî de li Cizîrê û li gelek bajarên kurdan pêk tên nîşaneke eşkere ye bo vê yekê.

Daxwazeke heq a herî biçûk a derbarê mercên xebat û jiyînê de ya çîna karkeran û kedakaran nehatiye bicihanîn, pê re ew merc hîn bêhtir giran bûne.

Armanca serokwezîr Erdogan û AKPê ew e ku herî kêm ji hilbijartina pêşwext a di nav van mercan de wê pêk bê, piraniya ku karibin hukûmetek ji yek partiyê pê ava bikin, bidest bixin û pozîsyona serokdewletiyê ji xwe re çêbikin. Xuya ye ku dev ji xwesteka “Dîktatoriya Zilamek û Partiyek Tenê” nehatiye berdan.

Din nav vê tabloya kurtasî de pêdiviya têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê hîn bêhtir zêde bûye.

Berpirsiyariya hevpar a hêzên demokrasiyê ya derheqê van mijaran de didome: di serî de rêxistinbûyîn, pêkanîna xebatên siyasî û azadiya çapemeniyê, xwesteka gelê kurd a jiyaneke hevpar a di nav mercên wekhev de, dûre têkoşîna hevpar a bo mafên demokratîk ên bingehîn û azadiya siyasî.
Wek Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Partiya Kedê(EMEP), biryardariya me ya derheqê têkoşîna hevpar de ku me heya îro bo mafên demokratîk û azadiya siyasî ew aniye didome. Em vê yekê dîsa diyar dikin; ne bi tenê em, divê hemû hêzên demokrasiyê jî bi heman biryardariyê tevbigerin.

Em bi hemû rayagiştî re parve dikin ku bi vê ferasetê wek EMEP û HDP di hilbijartina pêşwext a ku dê di 1ê Mijdarê de pêk bê de em ê bi hev re tevbigerin.

Em bang li hemû hêzên demokrasiyê jî dikin da ku piştgirî bidin HDPê.

Figen Yüksekdağ – Selahattin Demirtaş                         Selma Gürkan
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan                Seroka Giştî ya Partiya Kedê