Li bajarekî bifikirin ku yek ji navçeyên wê yên navendî-Sûr- bi qedexeya derketina kolanan a ji sed rojî bêhtir, bi dorpêçkirina bi tank û topan bi erdê re hatibe dûzkirin û hêj bi dehan malbatên şînî ku zarokên xwe di vê dorpêçê de winda kirine û hêj jî li bendî cenazeyên wan in. Li bajarekî bifikirin ku qedexeya derketina kolanan a bi hefteyekê ya li navçeya wê ya herî mezin a navendî Rezan hîn vê sibehê hatibe rakirin. Ha îro hemû çav li vî bajarî; li Newroza ku bûye sembola vî bajarî bûn.
Sibehê di saet 9an de li Ofîsa ku di navbera Sûr û Rezan de ye ji bo ku em biçin qada Newrozê li otobusê siwar dibin. Li vê rawestgehê par otobus heta dev tije bûn , gava bi rê ket em 7 kes hebûn tê de. Li rawestgehê tu nîşaneya kelecana Newrozê tuneye, qelebalix tuneye. Derheqê vê de bi ya min mirov du tişt dikare bibêje. Ya yekem; ev der di orta xerabûnê de mabû û êdî gelekî tenha bûbû. Ya duyem jî; bi insanan re êndîşeya ku dê li Newrozê êrîşekê pêk were hebû. Hevalê min ê xebatkarekî berê yê sendîkayekê “Em par ji mala me 7 kes hatin, îsal tenê me” dibêje mesela. Bi rastî jî him beriya Newrozê, him jî li qadê hema hema hemû kesan heman êndîşeyê, êndîşeya ku dê DAIŞ êrîşekê pêk bîne, anîn ser ziman. Ligel ku vê êndîşeyê bi wan re hebû jî gelekî ji van insanan xwe ji Newrozê bêpar nehiştin.
Piştî otobusê em danîn ber bi qadê ve em du car di lêgerîna polîsan re derbasbûn. Heger par biba dê bibaya sedema rageşiyekê lê îsal li hemberî van dîwarên ewlehiyê insan bêbertek disekinin. Dûre di têketina qadê de vê carê lêgerîn û kontrolên komîteya amadekar pêk tên. Di têketina qadê de tiştê ku ewil bala mirov dikişand ew bû ku par li ser wan gihayan insanan bi zar û zêç seyrana xwe dikirin lê îsal kes nînbû. Em di saet 10an de dikevin qadê û dibînin ku girseya li qadê ji salên borî kêmtir e. Tiştekî din ku bala mirov dikişîne jî ev e; du roj berê, gava komîteya amadekar li qadê daxuyanî da li dikê wêneyên insanên ku bûne sembolên berxwedanên Cizîr û Sûrê hebûn lê hatine rakirin.
Lê her ku wext derbas dibe qilqaliya insanan jî derbas dibe, insan ber bi qadê ve diherikin. Wek ku me got ligel ewqas dorpêç û qetliaman, ligel ku ji hêlekê ve bi bandora tirs û qilqaliyê û ji hêla din ve bi bandora şînê bi awayekî berbiçav beşdar kêm bin jî dîsa jî li qadê girseyeke ne hindik dicive. Ev qelebalix wek salên borî bi 500 hezaran, bi milyonekê neyê îfadekirin jî hevalên rojnameger texmînên di navbera 200 hezarî û 330 hezarî de îfade dikin. Dûre insan wek her sal dest pê dikin û bi muzîkê an dahol û zirneyan govend digerînin.
Di axaftinan de pêyamên derheqê aştî, çareseriya demokratîk û jiyana hevpar derketin pêş. Bal hat kişandin ser rola diyarde ya Ocalan a di vê pêvajoyê de. Û helbet Rojava nehat jibîrkirin. Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanakê bang li gelê tirk kir û got “Pêşeroja me bi hev re ye. Werin em li Tirkiyeyê jiyaneke li ser bingeha aştî û azadiyê bi hev re ava bikin”.
Peyamên Sirri Sureyya Onder ê ji şandeya Îmraliyê û Hevserokê HDPê Selhattin Demirtaş hevdû temam dikirin. Onder got ku “Desthilatdariya AKP-Erdogan bi gotina ‘ewlehiya gelemperiyê’ kurdan xistiye wî halî ku nikarin bikevin malên xwe, tirkan jî xistiye wî halî ku nikarin ji malên xwe derkevin. Banga jinûve vegera pêvajoya siyaseta demokratîk û muzakereyan kir. Demirtaş jî di axaftina xwe de diyar kir ku “Bi sedhezaran kesên ku li qadan civiyane dîsa nîşan dane ku xwedî li aştiyê derdikevin. Demirtaş diyar kir ku “Vê carê gel ji Ocalan re mektûb şandiye û gotiye em bi vîna çareseriyê ya ku te ragihandiye ve girêdayî ne”. Anî ser ziman ku “Siyaseta teslîmgirtinê welat ber bi felaketên mezintir ve dibe” û bal kişand ser hewcedariya pêvajoyeke nû ya aşkere û zelal.
Em dibînin ku rejîma Qesrê û medyaya wê hîn ku Newroz neqediyaye ji dêvla ku peyama gel rast fêm bikin, ketine hewayê serkeftina tepeserî û tundiyê. Lê ligel ku kurd ev çend mehên dawî rastî şereke qirêj ê nedîtî hatin jî, ligel ku li mitîngên kurdan bombeyên DAIŞÊ hatin teqandin jî, ligel ku bajarên kurdan bi tank û topan hatin xerakirin jî û ligel ku çalakiyên demokratîk ên herî biçûk ên kurdan rastî êrîşên herî tund hatibin jî kurd bi sedhezaran ber bi qada Newrozê ve herikîn. Nîşan dan ku dê teslîmî polîtîkayên tepeserî û terorê nebin. Bi kurtasî, di Newroza Amedê de gel xwedî li vîna çareseriya demokratîk a li ser bingeha wekheviya neteweyî derket.Gel li dora agirê Newrozê kom bû û bi wî agirî bersiv da wan kesên ku dibêjin qey dê vê têkoşînê bi şer û tundiyê tune bikin; Ev agir venamire!
Yûsûf KARATAŞ
Rojnameya Evrenselê
