Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan derheqê êrîşên TSKê yên li dijî gundên Maranaz û Minix ên Ezazê de ku Hêzên Sûriyeyê Demokratîk wan gundan ji destên El Nusra û Ehrar el Şam derxistiye, daxuyanî da. Gurkanê bang li hêzên demokrasî û aştiyê kir û got “Sekna li hemberî polîtîkayên talankirin û dagirkirinê, têkoşîna li dijî vana peywir û berpirsiyariya hêzên demokrasî û aştiyê ne.
Selma Gurkanê derheqê mijarê de daxuyanî da rojnameya me. Gurkanê bal kişand ser ku hemû polîtîkayên derve yên AKPê bi polîtîkaya Sûriyeyê têk çûne û wiha got “AKP bi derdê parastina pozîsyona xwe dev ji fîtkeriya şer bernade”.
Gurkanê di berdewama daxuyaniyê de vana got: “Rojhilatanavîn bi encamên pevçûnên hêzên emperyalîst êşên herî giran dikişîne ku van pevçûnan bo parvekirina jinûve û nûkirina hêzên xwe dikin û heke wiha dewam bike dê hêj bikşîne jî. Tevgera kurd ku li herêmê cihgirtina di heman eniyê de bi çeteyên çekdar ên wek DAIŞ re red kir wexteke dirêj e di hedefa hukûmeta AKPê de ye. AKPya ku ji duh ve tengasiya hêzên selefî ya li Heleb û Ezezê wek tengasiya xwe dibîne, bi bombe û topan êrîş dibe ser qadên ku PYD lê xwedî hêz e. Hukûmeta ku ji hêza PYDê(ku hemû derdorên civakî û nijadî yên li dijî paşverûtiya selefî ne, dihundirîne) ya li ser axa xwe aciz e, heta niha ji hebûn û hêza DAIŞê aciz nîne û ji xeynî “Em li dijî DAIŞê ne” me ji AKPê tu daxuyanî jî nedît û nebihîst.
Selma Gurkanê dûre wiha dawî li gotinên xwe anî:
Hukûmet dibêje ‘Me li gorî rêbazên angajmanê midaxale kir’. Li holê ye ku heke polîtîkaya derve li ser esasên têkiliyên dostane û hevgirtinê be dê rêbazên angajmanê wiha neyê pêkanîn. Maneya vê êrîşê ew e ku wek xistina balafirên Sûriyeyê û Rûsyayê AKP dixwaze li herêmê bibe aliyekê şerê germ. Xêrakirina ku dê vî şerî bîne li ber çavan e û ligel ku hukûmet vê xêrabûnê dizane jî xwe ji vî şerî dûr naxe. Hukûmet, bi polîtîkayên herêmê ve jî girêdayî, bi bêtexemmûla li hemberî tevgera kurd li hundir û derve êrîşên xwe yên hovane didomîne. Berpirsiyarî û peywirên hêzên ked, demokrasî û aştiyê hene ku di polîtîkayên hundir û derve de, li hemberî polîtîkayên talan û dagirkeriyê rawestin û têbikoşin.
Rojnameya Evrenselê
