Tahir Elçî yê Serokê Baroya Amedê dema di derheqê Minareya Çarling a li Navçeya Sûra Amedê ku di pevçûnan de hatibû tehrîbkirin de daxuyanî dida erîş hat bi ser de û jiyana xwe ji dest da. Em wek Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Kedê lanet li vê êrîşa nemerdane tînin; em ji bo malbata wî, Baroya Amedê û ji bo hemû gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Eşkere ye ku bi hedefgirtin û qetilkirina Tahir Elçî yê ku bi salan e dozên JÎTEMê ji nêz ve dişopîne û her li ser çareserkirina aştiyane û demokratîk a kêşeya Kurd disekine, nîşan dide kul i Kurdistanê şerê kirêt derbasî qonaxeke nû bûye. Bi kuştina Elçî, derketiye holê ku polîtîkayên şer ên ku piştî 7ê Hezîranê hatibûn xurtkirin êdî gihaştiye radeya bi sûîqastan hedefgirtina parazvanên aştî, demokrasî û mafên mirovan. Ew feraseta ku Tahir Elçî ji ber gotinên wî yên li ser ekranên televîzyonekê yên “PKK ne rêxistineke terorî ye” nîvê şevê bi lez û bez ji Amedê bir Stenbolê, bûye sedemê hedefnîşandan û qetilkirina wî. Wek qetliamên Amed, Pirsûs(Sirûc) û Enqereyê kuştina Tahir Elçî jî bi awayekî eşkere pêk hatiye. Lê divê bê zanîn ku êrîş û qetliamên bi van awayan nekarin rê li ber têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ya gelên me bigirin.
Hukûmeta 64. a ku ji alî Ahmet Davutogluyê ku berî hilbijartinên 1ê Mijdarê digot “Ger em nebin dê Torosên spî bên” hat avakirin li ser xurtkirina polîtîkayên şer bi israr e û welat ber bi şereke kirêt ku ji serdema JÎTEMê xerabtir e dehf dide. Eger li ber vê neyê sekinandin dê gelên me berdêlên giran ên vî şerî her bidin.
Em wek Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Kedê kuştina Elçî careke din lanet dikin, em radigihînin ku em ê ji bo eşkerekirina vê kuştinê û ya hêzên kujer ên vê bûyerê her hewl bidin. Ji bo bidawîkirina kuştinên bi vî awayî em bang li hemû hêzên ked, aştî û demokrasiyê dikin ku li hember vê kuştinê seknekê nîşan bidin û ji bo rawestandina vî şerê kirêt û rê li ber vekirina çareseriya demokratîk û aştiyane em bi hev re têbikoşin.
PARTIYA KEDÊ
RÊXISTINA KURDISTANÊ
28ê Mijdara 2015an
