Rêxistina Kurdistanê ya partiya me banga tevlîbûna doza Medenî Yildirim kir û got “Xwedîlêderketina Medenî Yildirim sekna li dijî şer e ku li Kurdistanê li ser gel tê meşandin. Em bang li hêzên ked û demokrasiyê dikin ku xwedî li doza Medenî derkevin û li dijî êrîşan bibin yek”.
Rêxistina Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand, bibîrxist ku di 28ê Hezîrana 2013an de li Licê bi ser gelê ku çêkirina kalekolan protesto dikir de gulle hatine reşandin û pê re wiha hate gotin “Di vê êrîşê de gelek welatiyên me birîndar bûn û Medenî Yildirimê 19 salî jiyana xwe ji dest da. Li gor mantiqa emir-fermandeyê li dijî gelê me erîşek hatibû pêkanîn. Fermandarên ku emir dane jî, leşkerên ku gulle berdane jî divê wek berpirsiyar bên dîtin û bên darizandin”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku roja ku Medenî Yildirim hat qetilkirin ‘pêvajoya çareseriyê’ berdewam dikir û pê re hat gotin ku “AKPya ku di pêvajoya çareseriyê de li ser çêkirina kalekolan bi israr bû wê demê nîşan dabû ku li ser polîtîkayên şer bi israr e”
GELÊ ME HEDEFA AKPê YE
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku Medenî Yildirim ji bo berxwedana Geziyê bûye naveke sembol û dûre wiha hat gotin “Polîtîka û pratîkên desthilatdariya AKPê bi kuştina welatiyên me bi encam bû û hîn jî wiha ye. AKPya ku li dijî gel êrîşên xwe xurttir kiriye li Kurdistanê dibe sedema kuştinên nû. Bi qedexeyên derketina kolanan meriyetên rêveberiya awarte tên pêkanîn; ciwan, jin, zarok ji gulleyan re dibin hedef. Li dijî gelê me şerek tê meşandin.”
BANG LI HÊZÊN KED Û DEMOKRASIYÊ; “WERIN EM BIBIN YEK”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê di serî de derdorên ku di dema Geziyê de li hember kuştina Medenî Yildirim xemnexur nebûn pê re hemû hêzên demokrasî û kedê li dijî van êrîşan bibin yek û dûre wiha hat gotin “ Xwedîlêderketina Medenî Yildirim sekna li dijî şer e ku li Kurdistanê li ser gel tê meşandin. Em wek Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Kedê bang li hêzên ked û demokrasiyê dikin ku xwedî li doza Medenî Yildirim derkevin û li dijî êrîşan bibin yek”.
